Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin

Koçberên ku li Kampa Serêkaniyê dimînin ji ber kêmbûna asta xizmetguzariyê li kampê, daxwaza misogerkirina vegera xwe ya ewle ya ji bo warê xwe kir. Koçberan da zanîn ku ji bo ku bikarin malên xwe yên wêrankirî ava bikin, divê destek jê re were pêşkêşkirin.

Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
Li kampa Serêkaniyê xizmetguzarî kêm e, koçber zehmetiyan dikişînin
8 tebax, 2026   05:01
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ji ber qutbûna xizmetguzariyên esasî, bi taybet kehrebe û avê, di demekê de ku rêjeya germahiyê bilind e jî, zehmeta koçberên ku li Kampa Serêkaniyê dimînin, zêde dibe. Piştî salên koçberiyê jî niha şênî li benda dema vegera xwe ya ji bo warê xwe ne. 

Koçberên li kampê diyar dikin ku beriya çend mehan rêxistinên civaka sivîl ji kampê vekişiyane, vê hiştiye ku asta xizmetguzariyê bi awayekî mezin dakeve, ev yek jî zehmetiyên jiyanî di kampê de zêde dike.

Koçber daxwaza vegereke ewle û ji bo malên wan ên hatine wêrankirin daxwaza alîkariyê dikin.

Koçberê bi navê Hozan Xelîl ê ji taxa Zeredeşt a bajarê Serêkaniyê da zanîn ku kehrebeya giştî ji dema geşedanên herî dawî de qut bûye, kehrebeya jenaratoran jî bê diyarkirina sedemê qut dibe.

Hozan Xelîl destnîşan kir ku ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê gelek caran wan bang kiriye, lê heta niha daxwazên wan nehatine bicihkirin.

Xelîl diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera ewle ye û got: “Em naxwazin vegerin ji bo ku em zehmeteke cudatir nekşînin, em bi salan e koçberî in, em niha jî hêjayî ewlehî û îstiqrarê ne.”

Koçberê bi navê Umer Hîlal Izo yê ku li beşa El Tewis a kampê dimîne, da zanîn ku li kampê dijîn, lê ne kehrebeya giştî û ne jî ya jenaratoran heye. Izo ji bo piştî vegerê biarin malên xwe ava bikin, daxwaza alîkariyê kir.

Koçberê bi navê Mehmûd Izedîn ê ji gundê El Ezama yê girêdayî bajarê Serêkaniyê destnîşan kir ku gava pêşî divê misogerkirina vegera bi ewle ya koçberan be, divê mayîn bê rakirin da ku şênî xebatên xwe yên girêdayî zeviyên çandiniyê bidomînin.

Izedîn diyar kir ku piraniya malan rastî wêrankirin û talankirinê hatine, divê piştgiriyeke darayî ji bo malbatan bê pêşkêşkirin. Daxwaza wan a girîng jiyaneke ewle û rûmet e.

(sb)

ANHA