Siyasetmedar El Siwêd: Encamên şerê Îranê dê siberoja Rojhilata Navîn diyar bikin

Nivîskar û çalakvan Elî El Emîn El Siwêd destnîşan kir ku encamên nakokiyên Îran û DYA-Îsraîlê dê siberoja Rojhilata Navîn û Sûriyeyê diyar bikin. El Siwêd daxwaz ji hikumeta Sûriyeyê kir ku baweriya hemû gelê Sûriyeyê bi dest bixe, eniya navxweyî bi hêz bike û sîstemeke demokratîk ava bike.

Siyasetmedar El Siwêd: Encamên şerê Îranê dê siberoja Rojhilata Navîn diyar bikin
8 tebax, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El Emîn El Siwêd têkildarî şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîl û Îranê, bandorên encamên wê li ser Rojhilata Navîn ji ajansa me re axivî.

El Siwêd têkildarî sedemên nakokiyên hêzên rojavayî û Îranê û derfetên serketinê yên her du aliyan wiha axivî: “Rejîma melayan ji dema di sala 1979‘an de li Tehranê bû desthilat, li aliyekî hewl dide rewatiya xwe ya navneteweyî ferz bike û li aliyekî din xwe wekî dewleteke navneteweyî-nukleerî bide qebûlkirin. Îran ji ber ku dizane wê di kluba navneteweyî de neyê qebûlkirin, bi rêya avakirina hêzên terorîst şerê zextê veguhast herêmên derdora xwe. Armanca wê ji vê yekê aşkera ye; ew e ku şerê Îsraîlê û hêzên mezin ên cîhanê wekî DYA‘yê, dîsa jî DAIŞ û rêxistina El Qaîdeyê bike. Tê zanîn ku DAIŞ û El Qaîde ji aliyê Îranê ve hatine avakirin. Ji ber vê yekê Îranê destdirêjiya xwe li dewlementdirîn herêmên cîhanê û herêmê herî hestiyar ji bo aboriya cîhanê didomîne. Li Lubnanê bi hinceta berxwedanê û rizgarkirina Filistînê Hizbullah ava kir. Li Iraq û Sûriyeyê El Qaîde û DAIŞ ava kirin. Di heman demê de piştgirî da rejîma Esed. Her wiha destek da milîsên Hûsî yên Yemenê. Herêma Ereban ket destê Îranê û gelên wê bûn rehînên siyaset û daxwazên Îranê."

Li gorî El Siwêd, şer û pevçûnên leşkerî yên di navbera Îranê û DYA-Îsraîlê de nîşan didin ku DYA, welatên rojava û Îsraîlê li ser xalekê li hev kiriye; Îran nebe xwedî çekên nukleerî.

Elî El Emîn El Siwêd di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku serketina DYA û Îsraîlê li hemberî Îranê tê wateya têkçûna xewna Îranê ya çekên nukleerî û serketina Îranê jî tê wateya xurtkirina projeya nukleerî ya Îranê û ketina Îranê ya kluba nukleerî.

El Siwêd têkildarî bandorên sekna Îranê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê got: "Berxwedan û serkeftina Îranê tê wateyê qebûlkirina wê wekî statuyeke nukleerî ya xwedî armancên siyasî ya berfirehkirina desthilatdariyê li Rojhilata Navîn. Rewşa piştî bidawîbûna krîzê bi serkeftina Îranê dê bi tevahî ji ya berî wê cuda be."

El Siwêd destnîşan kir ku Îran bi çavkaniyên xwe yên aborî destek da wekîlên xwe yên li Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û welatên Kendavê, serkeftina wê jî dê kontrola wê ya aborî li ser herêma Ereban bi çend awayan xurt bike, dibe ku bi awayên cuda be, lê ew ê dest ji kontrola xwe bernede.

Der barê Sûriyeyê de Elî El Emîn El Siwêd ev nirxandin kir: “Aşkera ye ku dê şertên hişk ên Îranê hebin da ku destwerdana di kar û barên rejîma Sûriyeyê de mîsoger bike. Ji wan destwerdanan jî parastina peyman û rêkeftinên aborî yên ku di serdema Esed de hatine çêkirin û dayîna deynên Esed ji Îranê re. Îran dê bibe lîstikvaneke sereke di rêvebirina siyasetên herêmê de. Dê desthilata îslama siyasî li welatên derdora Îranê xurt bibe. Ev yek jî dê bibe sedema bêîstiqrariya wan welatan û ne diyar e kengî dawî li vê rewşê were."

El Siwêd der barê bandorên serkeftina DYA‘yê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de wiha got: "Serkeftina  Amerîka li hemberî Îranê dê bibe sedema bidawîbûna projeya nukleerî ya Îranê. Eger rejîma melayan li ser desthilatdariyê bimîne an jî bikeve, herêma Ereb dê ji gefên berfirehbûna rojhilat xilas bibe, hingî herêm dê bibe qada şerên nû her çend bi awayên cuda bin jî, di navbera Tirkiye û Îsraîlê de."

Elî El Emîn El Siwêd anî ziman ku qutkirina serê heştpêyê Îranî dê bibe faktora girîng di qutkirina baskên wê yên li Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û welatên din ên Kendavê, dê derfetên ketina Îslama siyasî ya nav welatên herêmê de bi dawî bike.

El Siwêd bal kişand ser tiştên ji Sûriyeyê têne xwestin û got: “Salek û nîv di ser hilweşîna rejîma Esed re derbas bûn, lê hîna Sûriye ji aramiya ewlehî, siyasî û civakî dûr e. Eger hikumeta veguhêz polîtîkayên ku yekitiya nîştimanî û afirandina nasnameyeke Sûriyeyê ya ku ji hêla hemî Sûriyeyê ve tê rêzgirtin pêş nexe, ev yek dê bihêle ku armancên nakok bikevin nav axa Sûriyeyê. Sûriye ji bo ku ji encamên serkeftin an têkçûna Îranê dûr bisekine, divê hikumeta veguhêz baweriya tevahî Sûriyeyan qezenc bike û eniya navxweyî xurt û yek bike. Divê hikumeta heyî dev ji rêveberiya yekalî berde û pergalek demokratîk a modern ava bike ku Sûriyeyan araste bike ku û welatê xwe bi hêz û dilsoziyek bêdawî biparêzin."

Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El Emîn El Siwêd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî me gotibû, serketina Îranê dê bandoreke neyinî li Sûriyeyê bike. Têkçûna wê jî dê bibe dehfeke bi hêz ku Sûriyeyê ji Îslama siyasî rizgar bibe."

(bb)

ANHA