Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan

Şêniyên bajarokê Hîşe yê navçeya Eyn Îsayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan
2 ÇILE, 2024   14:30
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên bajarokê Hîşê yê navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin. 

Meşê ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel dest pê kir. Di meşê de pankartên "Terora Tirkiyeyê me natirsîne” û "Em êrişên barbar ên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin" hatin vekirin.

Meş li ber avahiya Meclisa Bajarokê Hîşe sekinî. Li vir hevserokê meclisa bajarokê Xelîl El Îsa axivî. Îsa êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan rexne kir.

Xelîl El Îsa diyar kir ku dê berxwedan û têkoşînê dewam dikin ta herêmên dagirkirî rizgar bikin û planên dagirkirina xaka Sûriyeyê têk bibin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana gelan" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" bi dawî bû.

(bb)

ANHA