Li Idlibê aloziya di navbera hêzên hikumeta demkî û çekdarên Ozbek de gur dibe

Li gundewarên Idlibê piştî girtina çend çekdarên Ozbek, di navbera hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî û çekdarên Ozbek de pevçûn derketibû. Hikmeta demkî hêzên din şandin herêmê.

Li Idlibê aloziya di navbera hêzên hikumeta demkî û çekdarên Ozbek de gur dibe
6 gulan, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji roja Sêşemê ve li gundewarên Idlibê li nêzî bajarokên El Fûa û Kefreya û gundê Kefr Celîsê, di navbera hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çekdarên Ozbek de pevçûn diqewimîn.

Piştî ku hêzên ewlehiyê 7 çekdarên Ozbek girtibûn, pevçûnan dest pê kiribû. Pevçûnan îro jî berdewam kir.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku hêzên leşkerî yên hikumeta demkî gihaştine herêmê. Her wiha li gorî agahiyan hêzên hikumetê li kampa penaberan a li nêzî bajarê Harem û her wiha li xalên kombûna Ozbekan bi cih bûne.

(k)