Bi 2 dronan êrişî kampa Sûrdaş hate kirin

Duh bi şev bi du droneyan êrişî li ser kampa Sûrdaş ya li sînorê Silêmaniyê hate kirin, lê têkildarî ziyanên canî û madî yên êrişê agahî nehatin belavkirin.

Bi 2 dronan êrişî kampa Sûrdaş hate kirin
6 gulan, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku duh bi şev carek din bi du droneyan êrişî li ser kampa Sûrdaş ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hate kirin.

Li gorî agahiyan di êrişê de du wesayît hatine hedef girtin, lê derbarê ziyanên canî û madî yên êrişê de ti agahî nehatine belavkirin.

Ji aliyê ti aliyên fermî ve li ser êrişê daxuyanî û zanyarî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Kampa Sûrdaş yek ji kampên niştecihbûnê ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên penaberî Başûrê Kurdistanê bûne ye. Niştecihên kampê di çarçoveya lihevkirina ewlehiyê ya di navbera hikûmeta Herêm û Iraqê li gel Komara Îslamî ya Îranê de li wir hatine bi cihkirin. Di dema borî de û taybet piştî destpêkirina şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de, êrişên bi drone û mûşekan li ser kampê hatine pêkanîn.

Di êvara 14’yê Nîsanê de bi droneyan êrişî kampa Sûrdaş hatibû kirin. Di êrişê de 3 kes birîndar bibûn. Yek ji birîndaran pêşmergeya bi navê Xezal Mewlan, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ketibû.