Li pêşiya nexweşxaneya Tedmurê xwepêşandan

Xelkê bajarê Tedmurê piştî qezaya trafîkê ya mezin a li ser rêya Şam-Dêrazorê, xwepêşandanek li pêşiya nexweşxaneyê li dar xist. Xwepêşandêran bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya lawaz û daxwaza pêşxistinê kir.

Li pêşiya nexweşxaneya Tedmurê xwepêşandan
Li pêşiya nexweşxaneya Tedmurê xwepêşandan
Li pêşiya nexweşxaneya Tedmurê xwepêşandan
26 tîrmeh, 2026   23:41
NAVEDNA NÛÇEYAN

Piştî qezaya trafîkê ya mezin a li ser rêya Şam-Dêrazor ku bi "Rêya mirinê" tê naskirin, xelkê bajarê Tedmurê xwepêşandanek li pêşiya nexweşxaneya bajêr li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên wekî "Nexweş li ser rê dimîne", "Piştî ewqase sal rewşa nexweşxaneyê hîn jî sifir e", "Nexweşxane bê bijîşkên dil, hinav û anestezîst e" û "Gelo ev qeza dê berpirsyaran bide livandin" vekirin.

Xwepêşandêran xwestin qada tenduristiyê were pêşxistin û alavên bijîşkî û kadroyên pispor werin peydakirin.

Duh di navbera bajarên Suxna û Tedmurê yên gundewarên rojhilatê Humsê de du otobûs li hev qelibîn. Di encamê de 35 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.

(bb)