Li Humsê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin

Li taxa Ermen a bajarê Humsê çekdarekî êrişî xwediyê dikana goşt kir. Di encamê de êrişkar hat kuştin û xwediyê dikanê bi giranî birîndar bû.

Li Humsê êrişa çekdarî; kesek hat kuştin
8 hezîran, 2026   17:41
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê daxuyand ku li taxa Ermen a Humsê di gulebaranê de çekdarek hat kuştin û xwediyê dikana goşt bi giranî birîndar bû.

Nûçegihan anî ziman ku çekdar êrişî "Goştgeha Xedîr" kir, gule avêt xwediyê dikanê, di encamê de bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê piştî guleberdanê êrişkar reviya, lê birayê xwediyê dikanê da pey wî û pevçûn derket, çeka êrişkar ji dest girt û gule berda wî.

Di berdana guleyê de êrişkar birîndar dibe û radikin nexweşxaneyê û ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest dide.

Nûçegihan da zanîn ku hîna xwediyê dikanê di nexweşxaneyê de di beşa lênêrîna giran de ye.

Ligel berdewama metirsiyên belavbûna çekan û êrişên çekdarî yên hin komên xwecihî li herêmên cuda yên parêzgeha Humsê, ev bûyer pêk hat.

(fr)

ANHA