Du sibe koma 8ˊan a koçberan dikeve rêya Efrînê

Hat diyarkirin ku koma 8ˊan a koçberên Efrînê du sibe (çarşemê) ber bi Efrîn û gundên wê ve dikeve rê.

Du sibe koma 8ˊan a koçberan dikeve rêya Efrînê
8 hezîran, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane ajansa me, koma 8ˊan a koçberên Efrînê di çarşemê (10 Hezîran 2026) ber bi Efrînê ve bikeve rê.

Heman çavkaniyan da zanîn ku dê kom berbanga roja çarşemê ji bajarên Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê ber bi Efrînê ve biçe.

Hat ragihandin ku şênî erebeyên xwe amade dikin ku bikevin rêya warên xwe.

Dihat payîn ku koma 8ˊan di 3ˊyê Hezîranê de biketa rêya Efrînê, lê bêyî zelalkirina sedeman hat paşxistin.

(fr)

ANHA