Şandeya Zanîngeha Kobanê li Almanya hevdîtinên xwe didomîne

Şandeya Zanîngeha Kobanê li Almaniyê bi akademîsyen û lêkolînerên Kurd re civiyan.

Şandeya Zanîngeha Kobanê li Almanya hevdîtinên xwe didomîne
8 hezîran, 2026   16:12
KOBANÊ

Di çarçoveya hewlên Zanîngeha Kobanê ya berfirehkirina tora têkiliyên xwe yên pratîkî û xurtkirina hevkariya xwe ya akademîk li ser asta navneteweyî de şandeya Zanîngeha Kobanê gera xwe ya akademîk li Almanyayê didomîne.

Şande ji endamên Rêveberiyê Şervan Muslim û Eşref Mehmûd pêk tê, di 25`ê Gulanê de gihîşt Almanya. Şande li Zanîngeha Szczecin a Polonyayê  tev li kongreyê navneteweyî yê jimaryarî, karsazî, aborî û siyasetê bû.

Piştî ku kongre bi dawî bû şande bi akademîsyen û lêkolînerên Kurd re hevdîtin kir. Her wiha serdana gelek zanîngeh, saziyên skademîk ên Almanya kir. Di serdanê de li ser mekanîzmayên pêşxistina akademîk û zanist nîqaş hatin kirin. Her wiha rê û rêbazên pêşxistina xebatên perwerde û fêrkirine, pêdiviyên zanîngehê, rewşa xwendinê li herêmê û lêkolînên zanistî ya Zanîngeha Kobanê, hatin nirxandin.

Akademîsyen û lêkolînerên Kurd ên li Almanya anîn ziman ku ew amade ne bi zanîngeha Kobanê re bibin alîkar û tecrûbeyên zanîngehên Almanya veguhezînin Zanîngeha Kobanê.

Di dawiyê de hat gotin ku dê mekanîzmeyên çalakirina hevkariya zanistî û akademîk ku xizmeta saziyên perwerde û civakê bikin, çalak bikin.

Şande dê di rojên pêş de tev li civîn û kongreyên navneteweyî bibe da ku têkilî û danûstandinên xwe bi saziyên perwerde û fêrkirine yên navneteweyî re xurt bike.

(np)

ANHA