Li Humsê êrişa çekdarî; 2 kes hatin qetilkirin

Di êrişa çekdarî ya li bajarê Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin

Li Humsê êrişa çekdarî; 2 kes hatin qetilkirin
15 ÇILE, 2026   22:01
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê daxuyand ku di êrişa çekdarî ya li dijî dikanekê li kolana Hedara ya taxa Ekremê de 2 ciwan hatin qetilkirin.

Nûçegihan anî ziman ku çekdaran di hundirê dikanê de gule berdan ciwanan, di encamê de di cih de ciwan Muhened El Esed hat qetilkirin û yek jî birîndar bû. Lê ji ber berîndariyê wî jî di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gel berdewama rewşa tevliheviyê li herêmên hikumeta demkî û nebûna cezakirinê, sûcên wiha dewam dikin.

(fr)

ANHA