Li gundewarê Dêrazorê mayînek bi dewriyeyekê de teqiya

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku li ser rêya di navbera bajarokên Baxoz û Sûsê yên Dêrazorê de mayînek bi dewriyeya wan de teqiya, tenê zirarên madî çêbûn.

Li gundewarê Dêrazorê mayînek bi dewriyeyekê de teqiya
15 ÇILE, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê teqîna mayînekê bi dewriyeyekê de li gundewarê Dêrazorê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li gel aloziya berdewam li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên dubare yên têkbirina ewlehî û aramiyê, îro piştî nîvro yek ji dewriyeyên me li ser rêya di navbera bajarokên Baxoz û Sûsê de, dema ku erkê xwe yê parastina ewlehî û welatiyan pêk dianî, bi teqemeniyek bi destan çêkirî (IED) hate armancgirtin.

Di encama vê kiryara terorîst de tu qurbanî çênebûn û zirar tenê madî bûn. Hêzên me bê navber karê xwe didomînin, di rewşa amadebeşiyê de ku tevahî tedbîrên guncaw pêk bînin, kesên destên wan di têkbirina ewlehiyê de hene bigirin û li hember her kiryarek terorîstî ya gengaz bisekin. "

(fr)