‘Kesên êrişî xwendekaran kir divê werin cezakirin`

Li Qamilşoyê xwendekaran xwepêşandan bi rêxistin kir û êrişên li dijî xwendekaran şermezar kirin û daxwaz kir ku berpirsên êrişan werin cezakirin.  

12 mijdar, 2026   15:55
QAMIŞLO

Xwendekarên dibistanên Şehîd Kerîm, Şehîd Cîr, Ebdulwehab û Gabar ji bo perwerdeya kurdî xwepêşandan organîze kir. 

Xwepêşandanê ji Navenda Ciwanan dest pê kir û heyanî Navenda Perwerdeyê ya Qamişloyê dom kir. Piştre daxuyanî dan û ji aliyê xwendekar Emgîhan Hemo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Em wek xwendekarên bajarê Qamişloyê êrişên li ser xwendekaran û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên destê xwe dirêjî xwendekaran kir, şermezar dikin. Li hember xwendekaran tundî hat kirin û binpêkirina mafên wan e. Ji mafê xwendekaran e ku nêrîna xwe bînin ziman û daxwaza mafên xwe bikin.

Em bi rêyên aştiyane daxwaza edaletê dikin û bang li aliyên têkildar dikin ku berpirsyar nêz bibin û mafên xwendekaran biparêzin. Têkildarî binpêkirinên ku çêbûn lêpirsîn were vekirin û qanûnî hesab ji berpirsên vê binpêkirinê were xwestin. Divê dawî li van kiryaran were. Xwendekar nêrîna xwe ji bo siberoja xwe bînin ziman. Em zimanê nefretê û provokasyonan red dikin."

(np)

ANHA