Karwanê koçberên Serêkaniyê gihişt warê  xwe

Karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk têihiştin warê xwe.

Karwanê koçberên Serêkaniyê gihişt warê  xwe
12 mijdar, 2026   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê ket gijihtin  warên xwe.

Koçberên ku di karwan de cih girt, ji gundên El Menacîr, El Soda, El Sifih û El Erîşa ên Serêkaniyê ne, her wiha yên ji gundewarên rojavayê bajarê Til Temir û gundewarên bajarê Zirganê jî hene.

Biryar hatibû dayîn ku di vê karwan de 370 malbatan hebin, lê hinek malbatan amadekariyên xwe temam nekiribûn.

Heta niha 4 hezar û 500 malbatên koçberên Serêkaniyê vegeriyane warê xwe yê resen, hîn 10 hezar koçber li benda vegerê ne.

(he)