Li Hesekê 992 donim genim û ceh şewitîn

Li Hesekê 992 donim genim û ceh şewitîn. Ekîbên agirkujiyê 66 şewat vemirandin.

Li Hesekê 992 donim genim û ceh şewitîn
8 hezîran, 2026   12:39
HESEKÊ

Navenda Agirkujiyê ya Hesekê daneyên têkildarî şewatên ku ji 24‘ê Gulanê heya 8 Hezîranê (2026) çêbûne, parve kirin.

Li gorî daneyan, ji 24‘ê Gulanê heya 8‘ê Hezîranê 66 şewat çêbûn û ev agahî parve kirin:

- Li zeviyên genim 7 şewat çêbûne û derdora 78 donim şewitiye.

- Li zeviyên ceh 6 şewat çêbûne û 914 donim şewitiye.

- 8 şewatên firazan çêbûn û nêzî 185 donim şewitiye.

Li gorî daneyên navendê, ekîbên rewşên awarte û agirkujiyê ji bilî daneyên li jor 34 şewatên giyayan, 3 xal û konekî, 5 sergor û patozekê jî vemirandin.

Hate destnîşankirin ku piraniya şewatan ji ber çirûskên patozan an jî pirsgirêkên ceyranê çêbûne.

(bb)