Li Hesekê xwepêşandanên li dijî nebaşiya rewşa debarê

Şêniyên bajarokê Xirzêkê yê Hesekê li dijî rewşa jiyanî ya xirab, zêdebûna buhayê sotemeniyê û tunebûna derfetên kar, xwepêşandan li dar xist.

Li Hesekê xwepêşandanên li dijî nebaşiya rewşa debarê
8 hezîran, 2026   12:27
HESEKÊ

Şêniyên bajarokê Xirzêkê yê Hesekê îro ji ber rewşa jiyanî ya xirab, zêdebûna buhayê sotemeniyê û tunebûna derfetên kar xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêran ku rê girtin û teker şewitandin, bang li hikumetê kir ku çareseriyan ji rewşa aborî re bibînin û ji bo başkirina rewşa debarê bixebitin.

Duh jî şêniyên gundê Um Hicêra yê li ser rêya Hol-Hesekê jî bi heman armancê xwepêşandan li dar xistibû û rê girtibû.

(bb)