Îsraîlê başûrê Lubananê bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

 Îsraîlê başûrê Lubananê bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
25 gulan, 2026   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro di saetên sibehê de li başûrê Lubnanê gelek cih bombebaran kirin û di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin. 

Her wiha artêşa Îsraîl li ser rûpela xwe ya X‘ê şiyarî da ku bajarokên El Nebtiyê, El Tehta, El Liwêza, Secid, Eyn Qana, Harûf, Zebdîn, Kefer Riman, Diwêr, Edşêt El Şeqîf û Mîdon werin valakirin.

Li gorî agahiyên dezgehên ragihandinê yên Lubnanê, hêzên Îsraîlê li ser rêya Kefer Riman û El Cermiq erebeyek bombebaran kir. Her wiha li ser rêya El Xerdelî ya di navbera El Nebtiyê û Merciyon de jî erebeyek û motorsîklêtek kirin hedef. Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin dayîn.

(np)