Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk xebatên xwe yên salekê nirxandin 

Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Xweser pêkanîna Peymana 10`ê Adarê, parastina destkeftiyan û xurtkirina hewldanên dîplomatîk ên derve, gotûbêj kirin.

4 ÇILE, 2026   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Zêdetirî 50 endam beşdar bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre xebatên meclisê yê sala borî û plan û stratejiyên wê yên ji bo sala pêş hat gotûbêjkirin.

Di civînê de pirsgirêkên siyasî, ewlehî û mirovî yên ku herêm û Sûriyeyê di sala borî de pê re rû bi rû mane, hatin nirxandin. Beşdaran diyar kir peymana 10`ê Adarê xalek destpêkê ya bingehîn bû ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê, bi şertê ku ew bi tevahî were bicîhanîn, bi taybet piştî peymana agirbestê.

Beşdaran dan zanîn ku pêkanîna peymana 10`ê Adarê çareseriya herî guncaw ji hemû welatiyên Sûriyeyê re ku rê li ber Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî vedike, Sûriyeyeke ku mafên hemû pêkhateyên xwe diparêze, rûmeta wan diparêze û qonaxek nû ya aramiya siyasî û civakî ava dike.

Nûnerên meclisê yên li derve jî bi rêya vîdyokonferansê beşdarî civînê bûn. Nûneran ku çalakiyên xwe yên di sala borî de li ser asta herêmî, û navneteweyî nirxandin, diyar kirin ku naskirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û modela wê ya siyasî li Sûriyeyê li ser asta navneteweyî zêde bûye.

Di dawiya civînê de, meclisê plana xebata xwe ya ji bo sala nû gotûbêj kir. Plan bi giranî li ser xurtkirina hewildanên dîplomatîk ên derve, pêşvebirina aştî û aramiyê û xurtkirina nirxên demokratîk di navbera gel û civakên cûda de ye.

(k)