Li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê pevçûn didomin

Pevçûnên ku bi êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk a dagirker destpê kirine, li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê didomin.

Li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê pevçûn didomin
18 ÇILE, 2026   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ji bo ku aloziya li Suriyeyê kêm bibe û niyeta xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide, biryar dabû ku duh (17 Çile 2026) xwe ji deverên Dêr Hafir û Meskene vekişîne. Lê hîn vekişandin temam nebûyî, komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û dewleta Tirk êriş pêk anîn. 

Êrişên ku li Dêr Hafir û Meskene destpê kirin, piştre li gundewarên Tebqa, Tişrîn, Mansura, Reqa û Dêrazorê belav bûn.

Li hemberî êrişan şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dan û pevçûnên dijwar qewimîn. Hêzên QSD, YPJ û Ewlekariya Hundirîn li hemberî êrişên bi tang, top û her cure çekên giran, bersivên tund dan û derbe li êrişkaran xistin.

Şer û pevçûnên ku heta serê sibehê dijwar bûn, berdewam dikin.

Li gorî agahiyan li gundewarên Dêrazor, Reqa, Mansura û Tebqayê di navbera hêzên QSD, YPJ û komên çeteyan de pevçûn didomin.