Li derdora Mensura pevçûnên dijwar

Li ser bendava Mensura, gundên Xanim Elî û Deriyê El-Bû Asî, di navbera hêzên YPJ/QSD û komên çeteyan de pevçûnên dijwar rû didin.

Li derdora Mensura pevçûnên dijwar
18 ÇILE, 2026   04:38
TEBQA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên QSD’ê dane, di van kêliyan de li ser bendava Mensura, gundên Xanim Elî û Deriyê El-Bû Asî yên girêdayî Tebqayê di navbera hêzên YPJ/QSD û komên çeteyan de pevçûnên dijwar rû didin.

Li hemberî êrîşên bi tang, top û çekên giran, şervanên YPJ û QSD’ê bersivên tund didin û derbeyên giran li êrişkaran didin. Hat gotin ku gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.

(a)

ANHA