Wê li 9 bajaran meş werin lidarxistin

Bi armanca şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya QSD’ê  dê îro li 9 bajarên kantonên Cizîrê  û Firatê meşên girseyî werin lidarxistin.

Wê li 9 bajaran meş werin lidarxistin
18 ÇILE, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku peymana agirbestê binpê kirine, êrişî bajarên Tebqa û Reqa û gundewarên wan dikin. Şervanên YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivên tund didin êrişan.

Bi armanca piştgiriya QSD û şermezarkirina êrişan dê îro li bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Koçer, Til Temir, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Cizîrê û bajarê Kobanê yê kantona Firatê meşên girseyî werin lidarxistin.

Komîteyên birêxistinkirina meşan, bang li şêniyan kir ku tev li meşan bibin.

(b)