Li gundewarê Şamê gorek komî hat dîtin

Li bajarê Edra ya gundewarê Şamê di goreke komî de 4 cenaze hatin dîtin.

Li gundewarê Şamê gorek komî hat dîtin
3 adar, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên kolandinê yê girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Edara ya pêşesaziyê ya gundewarê Şamê goreke komî dît. Di gorê de 4 cenaze hebûn.

Medyayên ser bi hikumeta demkî ve ragihandin ku tîmên parastina sivîl dest bi derxistina cenazeyan ji gorê kirine û lêkolîn dane destpêkirin.

(bb)