QSD'ê şehadeta 6 şervanan ragihand

QSD'ê nasnameyên 6 şervanan aşkera kirin ku berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.

QSD'ê şehadeta 6 şervanan ragihand
3 adar, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 6 şervanan de daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Di çarçoveya berxwedana li hemberî êrişên komên Şamê yên li ser herêmên me û ewlehiya şêniyên me de, 6 şervanên me şehîd bûn. Fedakariyên şehîdan  di çarçoveya berpirsyariya wan a neteweyî ya parastina gelê me û parastina destkeftiyên wê de hatin dayîn."

QSD'ê diyar kir ku "Şervanên şehîd bi giyanê xwe girêdana bi dozê û berpirsyariya neteweyî watedar kirin. Fedakariyên wan piştrast dikin ku îrade gelê me naşkê û xwîna wan dê soza me ya domandina parastina erd û rûmeta me bimîne."

QSD'ê destnîşan kir ku heya pêkanîna hêviyên gel ên avakirina siberojeke ewle û adilane dê li ser şopa şehîdan berxwedana parastina civakê û ewlehiyê bidomîne.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Nasnav: Arîn Mîrkan

Nav û paşnav: Emîne Ehmed

Navê dayikê: Şerîfe

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Girê Spî

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21 Çile 2026

Nasnav: Jiyan Kanîwar

Nav û paşnav: Sîdra Xişman

Navê dayikê: Heyfa

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Girê Spî

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21 Çile 2026

Nasnav: Rûken Botan

Nav û paşnav: Hewa Ugurlu

Navê dayikê: Edla

Navê bav: Seîd

Cihê jidayikbûnê: BEYTUŞEBAB

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21 Çile 2026

Nasnav: Salih Doşka

Nav û paşnav: Salih Ebdî

Navê dayikê: Ferîde

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 23 Çile 2026

Nasnav: Birûsk

Nav û paşnav: Mihemed Ebas

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Ferhan

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Egîd Amanos

Nav û paşnav: Eymen Nebî

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Ebdurehman

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 17 Çile 2026

(bb)