Li gundewarê Deraayê alozî dewam dike

ji şeva borî ve aloziya ewlekarî li gundewarê Deraa yê rojhelat berdewam e. Çekdarên xwecihî û hêzên ewlekariyê li bajarê Busra El Şam belav bûne. Hêzên hikûmeta Şamê ber bi bajar û gundewarên wî ketine rê, û daxwaz ji niştecihan dikin ku xwe çekên xwe radest bikin.

Li gundewarê Deraayê alozî dewam dike
11 nîsan, 2025   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên Şamê li bajarokê El Cîza li dijî endamên Feyleqa Pêncemîn (hêzên leşkerî yên xwecihî) yên girêdayî Ehmed Ode ne, operasyoneke girtinê pêk anîn. 

Herwaha li bajarokê Cbabê jî biranamey belav kir û tê de daxwaz ji hemû endamên Feyleqa Pêncemîn kir ku di nava du demjimêran de çekên xwe radestî navenda polîsên bajêr bikin. Li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Yekîneyên Ewlekariya Giştî li hin dever û bajarokên nêzîkî bajarê Busra El Şam, ku navenda sereke ya Feyleqa Pêncemîn e, bi cî bûne.

(k)