Parlamenterkî Iraqê: Tirkiye dixwaze Nînova û Kerkûkê dagir bike

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Yasir Hisênî bang li Hikumeta Iraqê kir ku metirsiyên hebûna hêzên Tirk ya di nava xaka Iraqê de binirxîne. Yasir da zanîn ku ji bo dagirkirina Nînova û Kerkûkê Tirkiye xwedî plane, divê dijî dagirkeriyê bêdengî nebe.

Parlamenterkî Iraqê: Tirkiye dixwaze Nînova û Kerkûkê dagir bike
11 nîsan, 2025   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Yasir Hisên ji ajansa Rojnews`ê re da zanîn ku berpirsê hebûna hêzên Tirk ya di nava xaka Iraqê de, Wezareta Karên Derve ya Iraqê ye û wek sedem jî got; “Ji ber bersivên xwe yên lewaz, ev hêz belav bûne, Tirkiye dixwaze Nînova û Kerkûkê dagir bike, ji ber ku her du cih ji bo Tirkiyeyê girîngin.”

Di dewamê de Hisênî got; “Pêwîste dijî metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Îraqê, bêdengî nebe, Hikumeta Iraqê tedbîrên bi bandor bigire û Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji bo rawestandina dagirkeriyê kar bike.”

Di dawiya axaftina xwe de parlamenterê Parlamentoya Iraqê Yasir Hisên got; “Binpêkirinên Tirkiyeyê aloziyan zêdetir dike û ziyanê dide aştiyê. Hebûna komên çekdar yên Tirkiyeyê, li ser ewlekeriya welat metirsiye.”