Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe

Gerînendetiya Avê ya Girkê Legê projeya çêkirina depoya avê li Rimêlan didomîne ku pirsgirêka hezar malbatên ku di peydakirina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin, çareser bike.

Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe
Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe
Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe
Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe
Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe
Li Girkê Legê pirsgirêka avê çareser dibe
11 kanûn, 2023   10:34
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gerînendetiya Avê ya navçeya Girkê Legê di çarçoveya planên xwe yên îsal de projeya avakirina depoya avê li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo didomîne. 

Xebatê di nîvê meha Mijdarê de dest pê kiribû û tê payîn ku di dawiya Çileya 2024'an de bi dawî bibe û dê hezar malbat sûdê ji projeyê wergirin. Li gorî rayedaran, lêçûna wê 34 hezar û 700 dolar e.  

Girêdayî mijarê endezyarê ku çavdêriya projeyê dike Mihemed Hemdûn wiha got: "Depo bi kapasîteya 60 metrekab e. Av bi rêya bîreke li taxa Şehîd Lewand dê bigihêje malan.”

Depo ji 2 qatan pêk tê, ji erdê 15 metre bilind dibe. Niha qata yekemîn tê amadekirin.

Têkildarî projeyê şêniyê bi navê Salih Mehmûd Ebdullah destnîşan kir ku dê pirsgirêka wan di peydakirina avê de çareser bike.

Her wiha Ebdullah wiha got: "Avê têra bicihanîna pêdiviyên me yên rojane nedikir, nemaze di havînê de tevî ku Gerînendetiya Avê alîkariya me kir ku em depoyên xwe bi rêya sahrîcên wê tijî bikin, lê ne çareserî bû. Em spasiya hewldanên Gerînendetiya Avê dikin ku bi temamkirina vê projeyê dê pirsgirêk bi temamî çareser bibe."

Li ser projeyên ku Gerînendetiya Avê ya Girkê Legê bi dawî kirine, hevseroka gerînendetiyê Macîde Elî wiha got: "Projeyên ku me hewl da di zûtirîn demê de pêk bînin, projeya depoya li El Muhleq û projeya bîran li Komîna Şehîd Dilo Girkê Legê bû û her du proje di pêkanîna wê de ne û dê xizmeta hezar û 700 malbatên navçeyê bikin."

Her wiha ji bo beşên avê yên bajarokên navçeya Girkê Legê Macîda wiha axivî: "Toreke avê ji gundê Şêro yê bajarokê Arûr hate dirêjkirin, tora avê ya gundê Girkê Xaco yê bajarokê Mistafewiye hate sererastkirin. Ev her du proje di nava plansaziya 2023`yan de ne."

Macîdê di dawiyê de aşkera kir ku bi çareserkirina pirsgirêka avê projeyên wan ên sala îsal bi dawî bûne û hew ldidin projeyên din li gorî derfetan di plansaziya 2024`an de pêk bînin.

(şx)

ANHA