Bi bîrdariya xwe em nahêlin tu kes axa me dagir bike`

Jinên Minbicê li hemberî êrîşên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, israra xwe destnîşan kirin û amadebûna xwe ji bo bersivdayîna her êrîşeke ku herêmê dike hedef, diyar kirin û gotin: "Bi biryardarî û îradeya xwe em nahêlin tu kes xaka me dagir bike."

Bi bîrdariya xwe em nahêlin tu kes axa me dagir bike`
11 kanûn, 2023   10:34
MINBIC

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên berdewam li ser herêmê û rêveberiya wê û sûcên herî kirêt li dijî gel û şêniyên wê, xeta berxwedanê esas digirin

 Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku jin çavkaniya hêz û berxwedanê ye û îlhama îradeya di civakê de dide da ku li hemberî hemû zor û zehmetiyên ku rastî wan tên derkeve û li hemberî êrîşên berdewam ên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekine.

 Ebtîsam Ebdulqadir wiha li axaftina xwe zêde kir: "Jin îro li aliyekî rastî êrîşên dagirkeriyê tên û ruhekî bilind  didin civakê û şervanên li eniyê û li rex wan ji bo parastina xak û gelê xwe şer dikin."

 Ibtîsam mayîna eniya hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha li hemberî hemû komplo û komployên hêzên ku projeya demokratîk red dikin, hêza xwe ji xurtbûna jinên pêşeng ên ku şoreşê û fermandarên wê ji bo pêkanîna armancên wê bi rêve birine, werdigire.

 Welatiya bi navê Zehra El Umer bal kişand ser dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û wiha got: "Em bi hêzên xwe yên leşkerî re mil bi mil disekinin û amade ne parastina xaka xwe bikin. Berxwedana me naşikê û em li ser axa xwe dimînin û em qebûl nakin derkevin."

 Welatiya bi navê Şemse Berkel destnîşan kir ku jin hêza piştgiriya civakê û çirûska berxwedanê di qadên şer de ye û pêwîstiya peydakirina hevgirtina gel li hemberî xetereyên li dijî herêmê, destnîşan kir.

 Welatiya bi navê Fatma Mensûrjî her wiha diyar kir ku li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi israr in û got: "Dagirkeriya Tirk ji êrîşên xwe yên li ser herêmê armanc dike ku gel ji xaka wan biqewitîne û dagir bike, lê xewna wî dê pêk nayê. Bi biryardarî û îradeya xwe em ê rê nedin tu kesî ku xaka me dagir bike û em bi hêzên xwe re di yek xendeqê de ne."

 (şx)