Di êrişên Îsraîlê de 2 filistînî hatin kuştin

Li bakurê Şerîdaya Rojava, di êrişên Îsraîlê de 2 filistînî hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 2 filistînî hatin kuştin
21 kanûn, 2025   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê "li bakurê Şerîdaya Rojava 2 operasyonên leşkerî pêk anîye. Di encamê de 2 filistînî hatin kuştin."

Artêşê ku der barê mijarê de agahî dan û diyar kir ku ciwanek li herêma Qebatiyê bi keviran êrişî leşkerên Îsraîlê kir, lew ra leşker neçar ma wî gulebaran bikin û di encamê de hat kuştin.

Wezaretê Tenduristiyê ya Filistînê ya Ramallahê diyar kir ku ciwanê hatî kuştin 16 salî bû.

Hate ragihandin ku li herêma Seyla El Harisiye jî filistîniyek bombe avêt leşkerên Îsraîlê û leşkeran jî gule lê reşandin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî der barê mijarê de ragihand ku ciwanekî filistînî yî 22 salî ku ji singa xwe ve birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

(b)