Li Endonezyayê lehî û şimitîna axê

Ajansa karesatê ya Endonezyayê der barê lehî û şimitîna axê de ku encamê de zirar çêbin, hişyarî da û da zanîn ku dê di çend rojên bê de baran zêde bibare.

Li Endonezyayê lehî û şimitîna axê
10 adar, 2024   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsan aşkera kiriye, di encama barana zêde li Endonezyayê de lehî û şimitîna axê li herêma Sumatrayê ya rojavayê welêt çêbû, ji ber wê zêdetirî 70 kes ji bajêr hatin derxistin, herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes winda bûn.

Ji roja pêncşema borî ve, di encama barîna barana li Padang ku paytexta Sumatrayê û 8 deverên din de, ziyan gihand nêzîkî 700 xanî, bi dehan pir, dibistan û 280 donimên zeviyên çandiniyê.

Berpirsan anî ziman ku ajansa rizgariyê ya Endonezyayê bi hevkariya 150 rizgarkeran li windayiyan digerin.

(fr)