Bi tawana teşwîhkirina wêneyê Beşar Esed xwendekarekî 9 salî hat girtin

Endamên ewlehiyê yên hêzên hikumeta Şamê li dibistana gundê Merc El Qeta yê li rojavayê Humsiê bi îdiaya teşwîhkirina wêneyê Beşar Esed xwendekarekî (9 salî) pola 4ˊan a seretayî girt.

Bi tawana teşwîhkirina wêneyê Beşar Esed xwendekarekî 9 salî hat girtin
10 adar, 2024   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), gerînendeyê dibistanê, piştî zarok li ser wêneyê Esed ê di pirtûka civaknasiyê de xêz kir, li zarok da û heta niha aqûbeta zarok ne diyar e.

Ev bûyer, dema zarokan li Derayê li ser dîwarê dibistanê di 2011ˊan de nivîsîbû ˊDora te hat diktorˊ tîne bîra mirov. Piştre ew zarok bi alîkariya gerînendeyê dibistanê hatin girtin û girtina di dirêjahiya Sibata wê salê de dewam kir.

Di Sibata borî de li Sûriyeyê kiryarên girtin û revandinê li dijî 183 kesan pêk hat, di nav de zarok û jin jî hebûn.

SOHRˊê diyar kir ku di 53 kiryarên girtinê yên Sibatê li herêmên hêzên Şamê de bi tawana ˊneçûna leşkeriya îcbarîˊ, ˊtêkildana bi aliyên derve reˊ û ˊ sûcên elektronîkˊ bûn.

SOHRˊê aşkera kir ku di Sibatê de 4 welatî di girtîgehên hêzên Şamê de ji ber êşkenceyê hatin kuştin.

(fr)