Li Endonêzya 59 kes dibîn kavilan de mane

Li herêma Cava ya Rojhilat a Endonezyayê, dibistaneke Îslamî hilweşiya. 59 kes winda bûn, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Endonêzya 59 kes dibîn kavilan de mane
2 cotmeh, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Ajansa Rêveberiya Afetê ya Neteweyî Suharyanto diyar kir ku di lêkolînên bi rêya drone û cîhazên terman de wan tu nîşaneya jiyanê tespît nekirine û karên lêgerînê êdî bi amûrên giran wê bêne meşandin.

Rayedaran roja Pêncşemê diyar kirin ku 59 kes winda bûne. Lê belê tê gotin, dibe ku hin ji wan kesên winda ne li binê xirbe bin.

Di dema hilweşînê de 5 kes hatin rizgarkirin. Roja Çarşemê cenazeyên 2 kesên din hatin dîtin. Hejmara qurbaniyan gihîşt 5 kesan.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Li gorî daneyên destpêkê, avahî ji ber pirsgirêkên bingehîn û înşaeta netêrker hilweşiya.