Li Lubnanê di êrişa Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser rêya Cermiq El Xerdelî ya li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Lubnanê di êrişa Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin
2 cotmeh, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyand ku di êrişa Îsraîlê ya dijî erebeyekê li ser rêya Cermiq El Xederî ya li başûrê Lubnanê de ku 10 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye, 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Îsraîl li dijî Lubnanê bê navber êriş dike û aşkera dike ku ew nuqteyên Hizbullahê hedef digire. Li gel van bûyeran agirbestek di Mijdara 2024ˊan de hatiye îmzekirin, lê Tel Avîvê hêzên xwe li 5 girên li başûrê Lubnanê bi cih kirine.

Li aliyekî din jî NYˊyê diyar kir ku ji dema ragihandina agirbestê ve 103 sivîl hatine kuştin û banga bidawîkirina zehmetiyên mirovî yên li herêmê kir. Li gel zextên Amerîkayê, hikumeta Lubnanê meha borî ji artêşê xwest ku plana bêçekkirina Hizbullahê amade bike.

(fr)