Li Efrînê revandin berdewam dike

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh jineke ciwan ji bajarê Efrîna dagirkirî revand û vê sibehê bê aşkerekirina sedeman ew serbest berdan. Li kêleka vê yekê jî sûc û destdanîna ser milkên şêniyên gundê Şêxorz ji aliyê çeteyan ve berdewam dikin.

Li Efrînê revandin berdewam dike
29 îlon, 2025   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh saet 6’ê êvarê jina ciwan Zeyneb Mihemed Menle Mihemed (18 salî) ku ji gundê Coqê yê girêdayî bajarê Efrîna dagirkirî ye revand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ew îro saet 2:00’ê sibê hat berdan, lê çeteyan sedema revandinê heta niha jî aşkere nekirine. Malbata Zeyneb û gundî ji ber vê bûyerê bi tirs in.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyên herêmî ji navçeya Bilbilê ragihand ku kesê bi navê "Ebû Nesîb" ê girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ji sala 2018’an û vir ve bêyî çavdêrî û hesabpirsînê dest datîne ser baxçeyên zeytûnan û malên li gundê Şêxorzê yê Bilbilê.

Li gorî şêniyan çeteyê bi navê "Ebû Nesîb" bi xirabkirina perestgehan û talankirina mal û dikanan û destdanîan ser daran navdar e. Di heman demê de, hikumeta veguhêz tevî sozên dubarekirî yên ji bo vegerandina milkê wan, giliyên şêniyan paşguh dike.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên dagirkeriya Tirk welatiyê Êzîdî yê temenmezin Fewzî Ehmed Elî (70 salî) ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa piştî ku nexwest mala xwe bide çeteyan ew revandin.

(ac)

ANHA