Şêniyên Erîşayê: Tecrîd binpêkirina rûmet û edaletê ye

Şêniyên bajarê Erîşayê yê Hesekê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku tecrîd binpêkirina rûmta mirovahiyê û nirxên azadî û edaletê ye.

Şêniyên Erîşayê: Tecrîd binpêkirina rûmet û edaletê ye
Şêniyên Erîşayê: Tecrîd binpêkirina rûmet û edaletê ye
Şêniyên Erîşayê: Tecrîd binpêkirina rûmet û edaletê ye
Şêniyên Erîşayê: Tecrîd binpêkirina rûmet û edaletê ye
30 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Erîşayê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkririna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û got, Rêber Abdullah Ocalan sembola mirovahî û aştiyê ye û xwediyê projeya yekitiya gelan û jiyana hevbeş e.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kongra Star a Erîşayê Hîba El Elî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi keda xwe ya ramyarî û siyasî nirxên aştî û yekitiyê li nava tevahiya pêkhateyên herêmê belav kirin û di hevgirtina çand û şaristaniyan de rêya avakirina siberojeke baştir dibîne.

Hîbayê da diyar kir ku dê beşdarî tevahî çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin û got: "Em bê westan beşdarî meş û çalakiyan dibin ta armanca xwe ya sereke anku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Ji rêveberên Kongra Star a heman bajarî Sûad El Ebdullah jî destnîşan kir ku jinên Ereb azadiya Rêber Abdullah Ocalan berdewama azadiya xwe dibînin û wiha domand "Çawa Rêbertî ji bo azadiya jinan tê dikoşe, em jî daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin, ji ber ku rêberê mirovahî û aştiyê ye."

Endamê Meclisa Bajarê Erîşayê Mihemed El Cûma got, Rêber Abdullah Ocalan kaniya azadî û aştiyê ye. Her çendî 27 sal di ser ragirtina wî re derbas bûne, lê desthilata Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî pêk tîne.

Mihemed El Cuma bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistnên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

(bb)

ANHA