Li Helebê tevlihevî: 5 kuştî û birîndarek

Li bajarê Helebê bûyerên xwîndar rû dan ku di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Helebê tevlihevî: 5 kuştî û birîndarek
29 îlon, 2025   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevliheviya ewlehiyê ya li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de berdewam e. Li taxa Miyeser a Helebê, kesek bi cîranê endamekî hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, şer kir, dûre bûyer mezin bû û çek hatin bikaranîn. Di encamê de 2 endamên hêzên Hikumeta Veguhêz hatin kuştin.

Li taxa Qadî Esker a Helebê jî, di encama nakokiya ku çek tê de hate bikaranîn, 3 kes hatin kuştin û yek din bi giranî birîndar bû. 

(mh/şx)