Li Efrînê pevçûn: 2 çete hatin kuştin

Li ser paşxaneya desteserkirina erdekî li Efrîna dagirkirî hatiye desteserkirin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên li Efrînê bi cih bûne de pevçûn derket, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 niştecih ji wan zarok û jinek birîndar bûn.

Li Efrînê pevçûn: 2 çete hatin kuştin
13 hezîran 2024   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye destnîşan kir ku di navbera çeteyên "Ceyş El Nuxbe" û niştecihên ji êla El Muwalî de li nêzî kela Nebî Horî ya li gundewarê Efrîna dagirkirî pevçûna çekdarî derket. 

Li gorî rêxistinê, ev pevçûn li ser paşxaneya desteserkirina erdê welatiyekî Efrînê ye, pêk hat.

Hat diyarkirin ku çeteyên "Ceyş El Nuxbe" ku serçeteyê wê ˊEbû Ewedˊ e êrişî niştecihên ji êla El Muwalî ku erda li nêzî kela Nebî Horî diçandin, kir. Hinceta êrişkirinê jî ew erd dikevin bin kontrola wan.

Rêxistinê diyar kir ku destpêkê bi gotinan bû, piştre çeteyan erebeya niştecihan û çekên wan desteser kirin û ji erd derxistin. Di encamê de pevçûn çêbû û 2 çete hatin kuştin.

Piştre çeteyên li nêzî kela Nebî Horî gule li niştecihan reşand, bi wê re 4 ji nav zarok û jinekê birîndar bûn.

Rêxistinê destnîşan kir ku alozî hîn didome û êla El Muwalî jî sewqiyatên leşkerî anîn herêmê.

(mh)