Koordînasyona Jinan a MSDˊê: Xebat li ser avakirina eniyeke nîştimanî tê kirin

Koordînasyona Jinan a MSDˊê girîngî da diyaloga nîştimanî, xebata li ser avakirina eniyeke jinan a nîştimanî. Her wiha koordînasyonê girîngî da pêkanîna encamên stratejiya nîştimanî ya xurtkirina û pêşengiya jinên Sûriyeyê.

Koordînasyona Jinan a MSDˊê: Xebat li ser avakirina eniyeke nîştimanî tê kirin
13 hezîran, 2024   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar xist.

Hevseroka MSDˊê Leyla Qereman civîn bi rê ve bir. Di civînê de cîgira hevserokatiyê, hevserokên nivîsgehên MSDˊê, nûnerên meclisê yên li derve bi rêya zoomê beşdar bûn.

Di civînê de jinan pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê, li qada herêmê û cîhanê û pêşdeçûnên çarenûsî nîqaş kirin.

Girêdayî mijarê, Leyla Qereman rewşa siyasî li qada navneteweyî û herêmî, bandorên wê li gelek herêmên cîhanê û li ser rewşa Sûriyeyê nirxand.

Leyla bal kişand ser girîngiya diyalog û têkiliya di navbera jinên sûriyeyî de ku nêrîn û kedên wan bibin yek. Leyla Qereman got divê jin bi awayekî aktîv beşdarî xebata siyasî ya Sûriyeyê bin.

Jinan anî ziman ku pêdiviya çareseriya krîza Sûriyeyê bi pêkanîna biryara 2254ˊan û biryarên navneteweyî yên têkildar heye, her wiha pêwîst e tevahî hêz û pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî xebata siyasî bin.

Jinan diyar kir ku beşdariya aktîv a jinên Sûriyeyê di xebata siyasî de çareya yekane ya sînordarkirina êşên Sûriyeyê û avakirina pêşeroja wê li ser bingehên demokrasiyê ye.

Piştî rewşa siyasî hat nirxandin, raporên rêxistinî yên nivîsgehan hatin xwendin, xebat û çalakiyên taybet bi jinan di MSDˊê de hatin nirxandin.

Di nîqaşan de koordînasyonê li ser rewşa jinên Sûriyeyê axivî, bi taybet bal kişand ser binpêkirinên li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine.

Her wiha di nîqaşan de bal li ser rola jinan di xwepêşandanên Siwêdayê de, berxwedana jinan li Idlib û bakurê Sûriyeyê li dijî kiryarên Heyet Tehrîr El Şam hat kişand.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser van xalan erê kir; têkiliya bi kesayetên jin, blokên jinan ên Sûriyeyê re berdewam be ku bigihînin lihevkirinekê, xebatîna li ser damezrandina eniyeke nîştimanî ya jinên Sûriyeyê ku xebata aştiyê bi rê ve bibin û welat ava bikin. Li kêlek wê jî di civînê de girîngî li ser pêkanîna stratejiya nîştimanî ya xurtkirina jinan û pêşengtiya jinên Sûriyeyê hat dayîn.

(fr)