Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê daxwaza çareseriya pirsgirêka rê dikin

Li ser rêya gundê Çetelê yê Dirbêsiyê gelek qeza rû didin. Şêniyên gund daxwaza çareseriyê kir.

Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê daxwaza çareseriya pirsgirêka rê dikin
Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê daxwaza çareseriya pirsgirêka rê dikin
Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê daxwaza çareseriya pirsgirêka rê dikin
Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê daxwaza çareseriya pirsgirêka rê dikin
Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê daxwaza çareseriya pirsgirêka rê dikin
28 tîrmeh, 2026   05:55
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên gundê Çetelê yê Dirbêsiyê got di rêya gund de pirsgirêk hene û dubare qeza rûdidin. Ji ber vê yekê ji aliyên têkildar daxwaz kir ku vê pirsgirêka wan çareser bikin.

Herî dawî roja înê (24`ê Tîrmeh) li ser rêya gund qeza çêbûbû û di encama wê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû û 3 ciwan jî birîndar bûbûn.

Ji şêniyên gund Hesen Saleh got: "Li ser rêya gundê me qeza dubare çêdibin. Li kêleka rê dibistana seretayî û firina nan heye. Çûn û hatina şêniyan, bi taybet a zarokan, zêde ye. Divê nîşanên trafîkê deynin û rê were sererastkirin."

Cemal Hac Mensûr jî anî ziman ku pirsgirêka rêya gundê wan kevn e û wiha lê zêde kir: "Her tim li ser rêya me qeza rû didin. Biraziyê min û pismamê min li ser rêya gund qeza kir û mirin. Şêniyên gund gelek caran daxwaz kir ku nîşanên trafîkê werin danîn û leza zêde ya erebeyan asteng bikin. Lê heyanî niha pirsgirêka me çareser nebûye. Em ji aliyên têkildar dixwazin pirsgirêka rêya gundê me çareser bikin, da ku qeza çênebin. Em ji ajokaran jî dixwazin bi lez neajon û baldar bin. Divê kesên temenê wan biçûk, erebeyan neajon. "

(np)

ANHA