Li Den Haagê li dijî tayînkirina qeyûm çalakiya protestoyî

Li Den Haagê bi pêşengiya DEM-NED’ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Li Den Haagê li dijî tayînkirina qeyûm çalakiya protestoyî
5 hezîran, 2024   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya DEM-NED’ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyekê hat protestokirin. Çalakî li Demnedê hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Den Haagê dijîn, dostên wan û Raportora berê ya Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê û Parlamentera Meclîsa Hollandayê Kati Pîrî tevlî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de û Raportora berê ya Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê û Parlamentera Meclîsa Hollandayê Kati Pîrî axivîç Keti Pîrî anî ziman ku her roj dewleta Tirk û rejîma Erdogan ji nirxên demokrasiyê dur dikeve û got, vîna gel tune tê hesibandin. Keti Pîrî diyar kir ku ew cezayê giran ên li siyasetmedara tên birîn û ji peywîrê girtinê qebûl nakin.