Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê

Ji bo bîranîna şehîdan û baweriya bi rolên wan di geşkirina ewlehî û îstîqrarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Tirbespiyê turnuvayeke fotbolê bi navê ′Turnuvaya Şehîdên Hemze Beg′ li dar xist.

Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
Li Tirbespiyê turnuvaya Şehîdên Hemze Beg a Fotbolê
22 mijdar, 2023   18:12
QAMIŞLO

Li Yarîgeha Bexçê Mezin ê Tirbespiyê ya Qamişloyê turnuvaya fotbolê bi beşdariya 36 tman ji tevahî pêkhateyên navçeyê û bi navê ′Turnuvaya Şehîdên Hemze Beg′ dest pê kir.

Tîmên beşdar dabeşî 9 koman bûn, dûre ji her komekê 2 tîm bi ser dikevin û piştre tûra duyemîn bi pergala dor-robin dest pê dike û dûre bi pergala şeş-dor tê lîstin.

Merasîm bi maça di navbera tîma Meclisa Navçeyê û tîm El Mehbê de dest pê kir. Lê beriya destpêkirina maçê, hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Hisên Omer axivî û got werzîşê bingeha avakirina têkiliyên hezkirinê di navbera pêkhateyan de ye.

Her wiha endamê rêvebera Meclisa Werzîşê ya Tirbespiyê Ebas Ebas axivî û got navê vê turnuvayê Şehîdên Hemze Beg e, ev yek jî nîşaneya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk e.

Piştî axaftinê maça tîma El Mehebê û Meclisa navçeyê dest pê kir. Tîma El Mehebê li hember tîma Meclisa navçeyê bi 3 golan bi sifrê  bi ser ket.

(fr)

ANHA