Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê nêzî 7 hezar malbatên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê ji alîkariyên mirovî yên navneteweyî bê par in. Meclisa taxê û Weqfa Jina Azad li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêş dikin, lê dîsa jî alîkarî têrê nakin.

Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
Koçberên efrînî ji alîkariyên mirovî bê par in
15 sibat, 2025   03:50
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destpêka kanûna 2024’an êrişî kantona Efrîn-Şehbayê kir. Di encama êrişê de zêdetirî 120 hezar kes neçar man berê xwe bidin herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser, hin malbatên din dema ji karwanê koçberan qut bûn, xwe li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê girt.

Malbatên efrînî yên koçber tevî kêmbûna derfetên jiyanê, wekî alavên germkirinê, betanî û pêdiviyên din ên zivistanê, heya niha tu alîkariyên mirovî ji rêxistinên navneteweyî wernegirtine.

Wefa Jina Azad a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 14 û 29’ê Kanûna 2024’an de li gorî derfetên xwe pêdiviyên bingehî wekî nivîn, cil û paketên xwarinê yên zarokan pêşkêşî malbatên koçber kirin. Şêniyên her du taxan jî li gorî derfetên di dest wan de alîkarî pêşkêşî malbatên koçber ên herî hewcedar kirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo der barê xemsariya rêxistinên naveteweyî ya li hemberî koçberên ji Efrîn û Şehbayê de agahî dan ajansa me. Nûrî Şêxo diyar kir ku koçber di rewşeke trajedîk de ne û got: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di bin navê barbanga azadiyê an ku fecir El Huriye êrişî kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Şêniyên kantona dizanîn ku ji ber çeteyan wê çi li serê wan were neçar man ku ji ber hovîtiya wan birevin."

Şêxo diyar kir ku nêzî 7 hezar malbatên koçber ên kantona Efrîn-Şehbayê bi zehmetî û bi peyan xwe gihandin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Meclisa Giştî ya her du taxan ji depoyên xwe yên yedek 50 lître mazota germkirinê li hin malbatan belav kirin. Lê piraniya malbatan ji ber tunebûna miqdara pêwîst mazot wernegirt.

Der barê mijarê de Şêxo got: "Koçber ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bê par in. Meclis li gorî derfetên xwe hewl dide pêdiviyên wan bi cih bîne. Me hewl da mazotê ji tevahî malbatên koçber re peyda bike, lê depoya yedek vala bû, di encama vê 2 hezar malbatan mazot wergirt, lê 7 hezar malbat bê mazot man."

Nûrî Şêxo bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û alîkariyan bidin koçberan.

Koçbera bi navê Esmehan Zeyno dayika 5 zarokan e ku yek jê astengdar e û li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dimîne. Rewşa tê de wek "trajedîk" bi nav kir û diyar kir ku wê tu alîkarî wernegirtine.  Esmehan Zeyno bang li rêxistinên mirovî kir ku eleqeyê bidin koçberan.

Koçbera bi navê Zeyneb Qido jî qala serpêhatiya xwe ya koçberiyê kir û got: "Ji ber alava şer a dewleta Tirk me malên xwe û konên xwe li dû xwe hiştin, tenê hin tişt me bi xwe re anîn. Ev ne cara yekemîn e ku em koçber dibin. Lê cara duyemîn e ku em li ber çav û guhên tevahî cîhanê tên koçberkirin, lê tu dewlet dengê xwe nake, rêxistinên mirovî jî erkên xwe li hemberî me bi cih naynin."

Zeyneb Bidûr jî anî ziman ku Weqfa Jina Azad hinek alîkarî pêşkêşî wan kirin, lê bertek nîşanî rêxistinên navneteweyî da ku alîkariya koçberan nake.

Koçbera bi navê Zeyneb Xeyar jî diyar kir ku ew vegera ewle ya li Efrînê di ser alîkariyên rêxistinên navneteweyî re dibîne û got: "Bila Efrînê li me vegerînin, bila alîkarî ji wan re bin."

(bb)

ANHA