Li başûrê Lubnanê şerekî dijwar rû dide

Li başûrê Lubnanê şerekî dijwar di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de rû dide. Artêşa Lubnanê îdiayên vekişandina hêzên wê ji navendên li başûrê welat derewandin. Her wiha DYA’ê piştgiriya xwe bi Îsraîlê re nîşan da.

Li başûrê Lubnanê şerekî dijwar rû dide
1 cotmeh, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê, berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îro ragihand ku li başûrê Lubnanê şerên dijwar bi Hizbullahê re diqewimin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de ragihand ku bi desteka hewayî û obîsan ketiye başûrê Lubnanê. Di daxuyaniya artêşê de hate gotin: "Armanca me binesaziya terora Hizbullahê ya li başûrê Lubnanê ye. Ev armanc jî li gundên nêzî sînor in."

Adraî ragihand ku Firqeya 98’an li herêma başûrê Lubnanê dest bi çalakiyên taybet kiriye û got: "Hêzên Firqeya 98’an, Lîwaya Komandoyan, hêzên paraşût û wesayîtên zirxî yên Lîwaya 7’an, di hefteyên dawî de amadekariyên pêkanîna operasyoneke bejayî li başûrê Lubnanê  kiribû. Operasyonê duh bi şev dest pê kir."

HIZBULLAHÊ LI NÊZÎ SÎNOR ÊRIŞÎ LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ KIR

Hizbullahê bi daxuyaniyekê ku AFP’ê weşandiye, ragihand ku çekdarên wê li baxên beramberî bajarokên Edîsa û Keferkêla ên nêzî sînor leşkerên Îsraîlê kirin hedef û derbe li wan dane.

Hizbullahê di daxuyaniyeke din de jî diyar kir ku çekdarên wê bi obîsan li leşkerên Îsraîlê yên li nêzî deriyê sînor ê Şetola xistiye.

ARTÊŞA LUBNANÊ: EM VENEKIŞIYANE

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî ewlehiyê yê lubnanî wergirtiye, hêzên Lubnanê duh êvarê bi qasî 5 kîlometreyan ji çeperên li ser sînorê Îsraîlê vekişiyan.

Fermandariya artêşa Lubnanê îdiayên hêzên wê îro ji navendên li ser sînor ên başûr vekişiyane, derewandin. Artêşê daxuyand ku yekîneyên wê yên leşkerî yên li başûr li hin nuqteyên çavdêriyê yên pêş bi cih dibin.

PENTAGONÊ PIŞTGIRÎ DA ÎSRAÎLÊ

Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) ragihand ku wezîr Lloyd Austin duh (30 Îlon) bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Yoav Gallant re axiviye û diyar kiriye ku DYA "piştgiriyê dide mafê Îsraîlê yê xweparastinê".

Di daxuyaniya Pentagonê de ku Reutersê weşandiye, hate gotin: "Me li hev kir ku divê binesaziya êrişkirinê ya li dirêjahiya sînorê Îsraîl-Lubnanê were jihevbirin da ku Hizbullah nekare êrişên mîna yên 7’ê Cotmehê li ser bakurê Îsraîlê bike.”

ZÊDETIRÎ 7 HEZAR KES HATIN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Li gorî serokê hikumeta demkî ya Lubnanê di encama şerê dijwar ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de ku ji 23’yê Îlonê ve didome, zêdetirî hezar kes li Lubnanê hatine kuştin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji herêmê yên ku dixwazin vegerin, komîteyek ava kir.

Rêveberiya Xweser 29’ê Îlonê ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kir. Ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin.

Maseya krîzê li deriyên sînor ên Tebqa û Tahiye yê Minbicê pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê têne herêmê didomîne.

Di çend rojên dawîn de 7 hezar û 681 sûriyeyî û 22 lubnanî û 12 cenazeyên welatiyên ji Reqa, Tebqa û Minbicê ku di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne.

(bb)