Hûsiyan baregehên Îsraîlê bombebaran kirin

Koma Ensarullah a Hûsiyan ragihand ku baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li Til Evîvê û Îlatê bombebaran kirine.

Hûsiyan baregehên Îsraîlê bombebaran kirin
1 cotmeh, 2024   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku koma Ensarullah baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li Til Evîv û Îlatê bi balafirên bêmirov bombebaran kirine.

Serî got: “Me armanceke leşkerî ya dijminê îsraîlî li herêma Yafayê bi balafireke bêmirov cureya Yafa bombebaran kir. Her wiha bi 4 balafirên bêmirov ên cureya Semad 4, armancên leşkerî li herêma Um Reşraş (Îlat), bombebaran kirin. Girêdayî mijarê, ajanseke ewlehiya deryayî ya brîtanî ragihand ku balafireke bêmirov keştiyek li nêzî beravên Yemenê bombebaran kiriye.”

(şx)