Bîlançoya êrîşên Îlonê yên li ser Efrîn û Şehbayê

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê 88 caran êrişî 32 deverên Efrîn-Şehbayê kirin. Di êrişan de welatiyekê jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn.

Bîlançoya êrîşên Îlonê yên li ser Efrîn û Şehbayê
1 cotmeh, 2024   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên parastinê yên Kantona Efrîn û Şehbayê bilançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha îlonê (2024) eşker kir. 

Li gorî bîlançoyê artêşa dagirker û çeteyên wê di navbera 1 û 30’ê îlonê (2024) de êrişî 32 gund, bajarok û bejahiyên Kantona Efrîn û Şehbayê kirin.

Di bîlançoyê de ev agahî hat parvekirin ku dagikeran bi topên hawan û obusan, tang, bombe avêj, moşek û balafirên bê mirov û biçek, 88 caran êriş pêk anîne.

Di êrişa 9’ê Îlonê ya li ser gundê Dêr Cemal de welatiyê bi navê Mihemed Sadiq ê 30 jiyana xwe ji dest da. Di erîşan de her wiha ziyana madî çêbû.

Di êrîşa heman rojê ya li ser gundê Tinibê de jî, ji heman malbatê zarokên bi navê Zeynep Feysel Cinêd a 4, Ehmed Feysel Cinêd ê 6  birîndar bûn.