Li Bagokê operasyon û bombardûmana 

Li çiyayê Bagokê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye bakurê kurdistanê, artêşa Tirk bi hezaran leşkerî dest bi operasyon û bombardûmanê kir. Herêm bi zordarî hate valakirin.

Li Bagokê operasyon û bombardûmana 
29 sibat, 2024   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Bagokê bi hezaran leşkerî dest bi operasyonê kir. Gelek wesayitên zirxî ber bi herêmê ve hatin veguhastin û li gelek deveran çeper hatina vakirin.

Serê sibehê jî helîkopter li ser qadê geriyan. Şivanên ku hewl didan pezê xwe biçêrînin hatin astengkirin û li malên wan hatin vegerandin. Anons hate kirin ku gundî ji malên xwe dernekevin

Qadên bilind ên Çiyayê bagokê jî gelek caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Her wiha hate ragihandin ku ji aliyê Mîdyadê gelek cerdevan û leşker hatine veguhastin.