Li Tirbespiyê têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn

Yekitiya Jinên Êzidî ya navçeya Tirbespiyê, di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de semînerek li Mala Êzidiyan a navçeyê li dar xist.

Li Tirbespiyê têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Tirbespiyê têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Tirbespiyê têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
Li Tirbespiyê têkildarî 8`ê Adarê semînerek hate dayîn
29 sibat, 2024   13:50
QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Yekitiya Jinên Êzidî li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê semînerek li Mala Êzidiyan da.

Semîner bi beşdarbûna jinên endamên saziyên civaka sivîl, Yekitiya Jinên Êzidî bi rê ve çû.

Li wir endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Êzidî a Rojava, Hediya Şemo axivî. Hediye Şemo diyar kir ku jin îro di her warî de têkoşîn û berxwedana xwe xurttir dikin û ji her kesî re da xuya kirin ku jin dikare her tiştî ji bo azadiya xwe bike.

Hediya Şemo bal kişand ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku mafê jinan parastiye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan em îro azad in, Rêbertî jin ji zilm û zordestiyê rizgar kirin. Em ê wek jin heya dawiyê bi serokê xwe re bin.”

(ex)

ANHA