Li Şengalê wesayîtek hate bombebarankirin

Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Ziravikê ya girêdayî Tilizêr a Şengalê wesayîtek bombebaran kir.

Li Şengalê wesayîtek hate bombebarankirin
29 sibat, 2024   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû û şofêrê wesayîtê birîndar bûye.

Di van kêliyan de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li gundê Ziravikê yê girêdayî Tilizêr a Şengalê bombebaran kir.

Piştî êrişê agir bi wesayîtê ket û ji aliyê welatiyên herêmê ve hate tefandin.

Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû, her wiha encama êrişê de birîndar hene.