Li Arjantînê ji bo piştgiriya Rojava pêşnûme hat pêşkêşkirin

Li Arjantînê parlamenterên Yekîtiya Eniya Çepgir (Frente de Izquierda Unidad), pêşnûmeyeke ku êrîşên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar dike, pêşkêşî Meclîsa Eyaleta Buenos Airesê kirin.

Li Arjantînê ji bo piştgiriya Rojava pêşnûme hat pêşkêşkirin
25 ÇILE, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pêşnûmeya ku ji aliyê Monica Schlotthauer a ji Izquierda Socialista û Parlamenterê PTS'ê Christian Castillo ve hat pêşkêşkirin, hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava, Heleb, Reqa û herêmên din ên Sûriyeyê sûcên eşkere ne.

Di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku gelê Kurd careke din bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ye û hat destnîşankirin ku êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê û bi hevkariya hêzên emperyalîst têne kirin.

Parlamenterê PTS’ê Christian Castillo peyamek bi dîmen weşand û banga hevgirtinê bi gelê Kurd re kir û diyar kir ku ew bi vê çalakiya xwe bersiva banga "Bêdengiyê Bişkînin" a ji Rojava hat kirin, didin.

Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku operasyonên leşkerî yên li Helebê tavilê werin rawestandin, mafên demokratîk ên hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bê şert û merc werin naskirin û mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd were qebûlkirin. Di heman demê de bang li derdorên siyasî û dîplomatîk ên li Amerîkaya Latîn hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava zexta navneteweyî ava bikin.