Rêveberiya Girtîgehan: Ciwanên li girtîgeha El Eqtanê li gorî standardên navneteweyî dihatin ragirtin

Rêveberiya Girtîgehan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan ji ber rewşa ewlahiyê hin ciwan ji navenda ragirtina ciwanan veguheztibûn girtîgeha El Eqtanê li Reqayê û li gorî standardên navneteweyî dihatin ragirtin .

Rêveberiya Girtîgehan: Ciwanên li girtîgeha El Eqtanê li gorî standardên navneteweyî dihatin ragirtin
25 ÇILE, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Girtîgehan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijara hebûna hin ciwanan di girtîgeha El Eqtan a li bajarê Reqayê de daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Rêveberiya Girtîgehan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radghîne ku beşekî girtîgeha El Eqtan a li bajarê Reqayê ji bo çend ciwanên ku temenê wan kêmî 18 salî hatibû veqetandin, hin ji wan ciwanan tev li sûcên cûrbecûr bûne û ji hêla welatiyan ve giliyên fermî li ser wan hatine kirin, hin ji wan jî bûne qurbanê leşkerkirin û îstismarkirinê ji hêla rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ve.

Ji ber rewşa ewlehiyê, Rêveberiya Girtîgeha ev ciwan nêzîkî 3 meh berê ji navenda ragirtina ciwanan veguhezt girtîgeha El Eqtanê. Di vê demê de, li gorî standardên navneteweyî  bi awayek taybet bi wan mijûl bûn, û bernameyên rehabîlîtasyonê yên berfireh hatin peyda kirin da ku reftara wan were sererast kirin û ji hêla psîkolojîk û civakî ve werin rehabîlîte kirin, da ku piştî serbestberdana wan vegerandina wan a nava civakê were hêsan kirin."

(k)