Li 4 parêzgehên Iraqê 16 DAIŞ′î hatin girtin

Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku li Bexda, Enbar, Nînova û Selahedînê 16 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li 4 parêzgehên Iraqê 16 DAIŞ′î hatin girtin
5 kanûn, 2023   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

 Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çend operasyonên leşkerî de, li Bexda, Nînova, Enbar û Selahedînê 16 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê operasyonên hêzên Iraqê yên ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê, li seranserê herêmên Iraqê dewam bikin