Lêkolîner Welîd Çolî: Sîstema nenavendî ji bo Sûriyeyê çareseriya herî girîng e

Lêkolîner Welîd Çolî destnîşan kir destwerdanên dewleta Tirk dibin sedem ku astengî li pêşiya itîfaqên li Sûriyeyê çêbin, hikumeta veguhêz bê îrade ye û got “Sîstema navendî aloziyan derdixe, a girîng li Sûriyeyê pêkanîna pergala nenavendî ya demokratîk e.”

Lêkolîner Welîd Çolî: Sîstema nenavendî ji bo Sûriyeyê çareseriya herî girîng e
1 cotmeh, 2025   05:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, destwerdanên dewleta Tirk ên li herêmê û daxwazên raya giştî, lêkolîner û berpirsê têkiliyên giştî yê Navenda Firatê ya Lêkolînan Welîd Çolî ji ajansa me re axivî.

Welîd Çolî bi bîr xist ku piştî hilweşandina rejîma Baasê li Sûriyeyê, rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bû desthilat, anku bi pêşengiya wê li Şamê desthilat hate avakirin, ew bi xwe vê qonaxa guhertina siyasî û dan û standinên neteweyî bêyî beşdarbûna pêkhateyên Sûriyeyê pêk tîne û wiha axivî: “Niha jî ber bi hilbijartinên meclisa gel ve diçin, dîsa wê bi tena xwe pêk tînin. Rewşa heyî pir tevlihev e, tê dîtin ku roleke navneteweyî û herêmî heye, rola navneteweyî anku rola Amerîkayê wekî navbeynkareke dîplomatîk xwe gelekî tev geriya û ev jî dide diyarkirin ku ev hikumet di bin bandora wê de ye. Îsraîl jî erdnîgariya xwe pir fireh dike, wan dît ku başûrê Sûriyeyê bi temamî kir herêmeke bêçek. Dewletên Kendavê jî berjewendiyên wan ew bû ku Îran venegere, heke Sûriye ava bibe jî divê di hundirê civaka erebî de bimîne.”

Welîd Çolî bal kişand ser destwerdanên dewleta Tirk a dagirker û zirarên ku bi xwe re tîne û da zanîn ku ew jî dixwaze sîstemeke li ser esasê dijberiya îradeya gelê Kurd, destkeftiyên gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûriyeyê ava bibe û wiha domand: “Peymana 10`ê Adarê li ser esasê agirbestekê li ser asta Sûriyeyê bi giştî pêk hat, bajarên ku ji aliyê komên çete bi alîkariya dewleta Tirk hatine dagirkirin û gelê me jî pê re penaber bû, ji Efrîn heta Serêkaniyê, vegerin. Yek ji xalên sereke yên peymanê vegera koçberan bû, bi destê Tirkiyeyê astengiyên li pêşiya pêkanîna vê peymanê derketin. Tirkiyeyê her dem diyar dikir ku ew xwediyê vê meselê ye, hikumeta Şamê jî bi vî rengî nêzîk dibû. Destwerdanên Tirkiyeyê dihêlin ev mijar bê paşxistin.”

Di berdewama axaftina xwe de Welîd Çolî got: “Ji bo vê yekê em dibêjin hikumeta veguhêz bê îrade ye, heke hikumeta veguhêz bi taybet xwe ji bin bandora Tirkiyeyê derxe, wê pêkan be li Sûriyeyê qonaxa guhertina siyasî pêk were, ew qonax dê bi rastî jî Sûriyeyê bigihîne pêşerojeke aram.”

Welîd Çolî diyar kir ku divê bê naskirin ku niha Sûriyeyeke nû tê avakirin, lê ew di rewşa heyî de nikarin navê Sûriyeyeke nû lê bikin, heta niha rewşa Sûriyeyê nehatiye diyarkirin.

Welîd Çolî da zanîn ku welatên ku lê alozî derdikevin, bi garantoriyeke navneteweyî yan jî pêkhatên siyasî di wan herêman de, qonaxa aloz derbas dikin, divê Sûriye jî sûdê ji derdora xwe wergire û wiha axivî: “Divê rûniştinek bi tavahî pêkhateyên Sûriyeyê re pêk were û bi beşdariya hemûyan hikumeteke veguhêz bê avakirin.”

Welîd Çolî diyar kir ku tecrubeya sîstema navendî ya li Sûriyeyê tecrubeyeke ne serkeftî ye û got: “Sûriye reng bi reng e, xwedî gelek netewe, ol û mezheban e, ev bi temamî divê di Sûriyeyê de xwedî îrade bin. Divê ji bo misogerkirina mafên van pêkhateyan bi awayekî xweser îdare pêk were, ew rengê nenavendîbûnê ye, bi wateya nenavendîtiya demokratîk e. Sûriye xwedî 2 rengên nenavendîbûnê ye; rengek jê ku mafên pêkhateyan di Sûriyeyê de, di hundirê destûrê de mafên wan ên siyasî habin, rengê duyemîn jî ku nenavendîbûn ji bo neteweyekê bi tenê û pêkhateyekê bi tenê jî pêk were. Ne mafên neteweyan, ne jî yên pêkhateyan neyên xwarin. Ev ji bo gelek deverên Sûriyeyê dibe, ev çareseriya herî girîng e.”

ANHA